Îlon 07, 2015 16:41 Asia/Tehran
  • PKK`ê saziyên wek rêvebiriya polîs damezirandine

Li ser esasa rapora rêvebiriya agahiyan a polîsê Tirkiyê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Tikriyê rêvebiriyên wek polîs damezirandine ku erka wan komkirina agahiyan û cihanîna asayîşê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a xwendekarên Îranê (ISNA), li gorî nivîsîna rojnama Hurriyetê, li vê rapora rêvebiriyas agahiyan a polîsê Tikriyê hatiye ragihandin ku PKK`ê li pêvajoya agirbesê rêxistinên wek rêvebiriya polîs ji bo cihanîna qanûn û birêkûpêkkirina karên bajêr her wiha bidestxistina agahiyan li nav bajaran damezirandine.


Li ser vê esasê, mîlîtanên PKK`ê ku heta niha li çiyayan diman a niha li bajaran bi cih bûne û di bin navê ``Tevgera ciwanên welatparêz ên şorişûger`` hatine sazkirin.


Vê tevgerê yekîneyên agahiyan çalak kirine ku li deverên cûrbicûr pêkanîna rêkûpêkiyê, çavdêriya li ser riyan û pêkanîna navendên naskirinê girtine ustiyê xwe. Ev koma zextê tîne ser welatiyêmn li herêmên cûrbicûr ku li gorî qewimîna pevçûnan dewsa ku berê xwe bidin ajanên ewlehiyê yên tirk, berê xwe bidin wan.


Li vê raporê hatiye ragihandin ku PKK`ê mîlîtanên navbajarî yên xwe hevdem ligel parastina mîlîtanên xwe yên gundî çalak krine.


Ji bilê wê yekê, vê partiyê navçeyên xweser ragihandine û ji bo dûrkirina polîsê hikûmnetê ji van deveran êrîşî ser polîs dike.


Li halê ku vê dawiyê hin goriyên şervanên PKK`ê li nav bajaran hebûne, lê ewna li pey kiryarên berfireh in ku berteka zêdetir heta li nav welatiyan çê bibin.


Ji 22`ê tîrmeha 2015`an va heta niha bi giştî 31 ajanên polîsê Tirkiyê û du kesên din ji aliyê PKK`ê va hatine revandin.


Fermandarê parêzgeha başûrê rojhilatê ya Hekkariyê idia dike ku li ser esasa rapora Partiya Komarxwaz a Gel (CHP), Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) ji bo Partiya karkerên Kurdistanê (PKK) endaman werdigire.