Li Tirkiyê 15 eskerên vî welatî hatine kuştin
Îlon 07, 2015 16:31 Asia/Tehran
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 15 eskerên Tirkiyê hatine kuştin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê medyayên ser bi PKK`yê, Li şerê di navbera artêşa Tikiyê û HPG’ê 15 hêzên eskerî yên Tirkiyê hatine kuştin.Hatiye ragihandin ku ev şer û pevçûna duh yekşemê li Geliyê Doskî ya girêdayî navçeya Gever ya Parêzgeha Colemêrg`ê destpê bû.
Bingehên nûçan yên ser bi PKK ragihandine ku li vê êrişê wan kariye gelek çek û sîlah jî ji artêşa Tirkiyê bigrin.
Ev nûça li halekê belav bûye ku dewleta Enqerê tu daxûyaniyek li bara rast yan derewbûna vê nûçê nedaye.
Piştî ku dewleta Tirkiyê bi mihana êrişa ser terorîstên DAIŞ'ê, pêgehên PKK li nav axa Iraqê jî bombbaran kirin û agirbesa di navbera artêşa vî welatî û PKK jinav çû, niha şer û pevçûn dinavbera artêşa Tirkiyê û PKK li navçên cur bi cur yên vî welatî hatiye domandinê.
Li vê mudehê ku şer û pevçûna di navbera artêşa Tirkiyê û PKK destpê bûye her du alî îdiayê dikin ku derbên giran li yê din xistine lê bi dirostî derneketiye ku gelo PKK pirtir xisaret dîtiye yan jî artêşa Tirkiyê derbe xwariye.