Îlon 07, 2015 10:54 Asia/Tehran
  • Êrişa ser nivîsgeha rojnama Hurriyetê li Istenbolê

Rojnama Hurriyet çapa Tirkiyê duh ragihand ku komeke piştgirên Partiya Dad û Pêşxistinê (AKP) li Istenbolê êrişî nivîsgeha vê rojnamê kirine.

Komeke 150 kesî ya hogirên AKP'ê ku rojnama Hurriyetê li warê belavkirina derewan li bara Receb Teyîb Erdoxan serokomarê vî welatî û xalifandina gotinên wî tawanbar dikirin, bi durişmên taybet ên vê partiyê, nivîsgeha vê rojnamê dan ber keviran û şûşe û deriyê sereke yê vê nivîsgehê li devera Bagcilara Istenbolê şikandin.

Rojnama Hurriyetê li malpera xwe nivîsî ku polîsên dijî serhildanê bo belavkirina êrişkiran ketin dewrê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê ji Istenbolê, Erdoxan serokomarê Tirkiyê duh li bara şîdet û pevçûnên vê dawiyê li vî welatî got: Heke di encama hilbijartinên 7 Hezîranê da AKP'ê 400 kursî bi dest bixistina û bi dû wê hin guhertin li destûra bingehîn pêk bihatana, roja îro yê rewş curek din bibaya.

Ev gotin li halekî dikevin rojevê ku çekdarên PKK'ê di encama êrişa duh li ser serbazên artêşa Tirkiyê li Daglicayê da çend serbazên vî welatî kuştin.

Rojnama Huriyetê jî duh li ser rûpela xwe ya Tiwîtterê, gotinên Erdogan serokomarê Tirkiyê bertekek li hemberî êrişa li Daglicayê zanî û nivîsî: Gotinên Erdoxan li bara Daglicayê: "Heke me 400 kursiyên meclisê bi dest bixista, ev bûyera nediqewimî."

Helbet rojnama Hurriyetê bi dû pêleke nerazîbûna hogirên AKP'ê demlidest ev nivîsara ser rûpela xwe ya Tiwîtterê rakir.