Rexneya serokkomarê Tirkiyê ji Yekîtiya Ewropayê
Îlon 07, 2015 10:34 Asia/Tehran
Serokkoamrê Tirkiyê ji şêwaza rûbirûbûn û helwêsta Yekîtiya Ewropayê ligel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), rexne kir.
Receb Teyib Erdoxan li hevpeyivîna ligel kanala têlêvîziyoniya CNN`ê ku roja yekşemiyê hat weşandin, got: Tevî wê yekê ku PKK di rêza komên têrorîstî yên Yekîtiya Ewropayê da ye, ev yekîtiya bi hêsankarî û şêwazeke nerm ligel PKK`ê tevdigere û heta hinek ji welatên endamên Yekîtiya Ewropayê penah didin endamên vê partiyê.Erdoxan di dewama gotinên xwe ji vê yekê ku welatêîn rojavayî, Tirkiye di warê idiaya wî - li bara hewildana vî welatî ji bo şerê li dijî têrorîsmê - tenê hiştine, rexne kir.
Serokkoamrê Triiyê di dewma axaftina xwe idia kir ku şerê li dijî PKK`ê dê heta dawiyê bidome, ji ber ku ev partiya gefa herî sereke ya têrorîstî li dijî Tirkiyê ye.
Erdoxan her wiha idia kir: Tirkiyê li çarçova hevpeymaniya navneteweyiya di bin serokatiya Amerîkayê sekinîna xwe li hemberî koma têrorîstî ya DAIŞ`ê jî bidomîne.
Pevçûna di navbera şervanên PKK û artêşa Tirkiyê li dû teqîna tîrmeha 2015`an li bajarê Surûça başûrê Tiriyê û li nêzikî sînorê Sûriyê ku di encamê da 31 çalakvanên hogirê kurdan hatin kuştin û zêdetir ji 100 kesî birîndar bûn, ji nû va dest pê kir.
Ev teqîna her wiha bû sebeb ku Tirkiye ku berî viya tevlî hevpeymaniya navneteweyiya di bin rêberiya Amerîkayê ji bo sekinîna li hemberî DAIŞ`ê nebûbû, tevlî van êrîşan bibe.