Îlon 07, 2015 10:32 Asia/Tehran
  • Rojnama Zaman: Almaniya çekên pêşketî bo PKK'ê dişîne

Almaniyayê bo teyarkirina PKK'ê mûşekên Bûnkêrfast ku sîlehekî pêşketî ya welatên endamê NATO'yê tê hesêb bi riya balafirên ser bi hêza hewayî ya Holandayê gîhandine çekdarên PKK'ê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê, rojnama Zaman çapa Tirkiyê bi weşandina wêneyekî çekdarekî PKK'ê ku sîleha pêşketî ya almanî hilgirtiye, idia kiriye ku Almaniyayê li teyarkirina PKK'ê rolekî girîng lîstiye.


Wek pêngava herî dawiyê ya Almaniya bo teyarkirina PKK'ê jî, vî welatî mûşekên Bûnkêrfast ku sîlehekî pêşketî ya welatên endamê NATO'yê tê hesêb bi riya balafirên ser bi hêza hewayî ya Holandayê gîhandine çekdarên PKK'ê.


Di vê nûçeyê da hatiye idiakirin ku Almaniya bo ewlehbûna qonaxên şandina barên xwe û aşkeranebûna navê xwe balafirên holendî bi kar tîne û her wisan koda (hejmara) sîlehên ku şandine ji lîsta rext û sîlehên artêşa vî welatî derdixe.


Wêneya ku çekdarekî PKK'ê tê da xûya dike ketiye ber destê karzanan û wan jî gotine ku sîleha hanê Bonkêrfast (BKF) ku ser sîlehê bi xwe jî hatiye nivîsîn û koda wê jî DM-32 ye ku xûya dike û ev peyva jî kurtasiya DeutschesMuster’ ye ku tê wateya " Almaniyayê çêkiriye".


Mûşekên Bonkêrfastê li şîrketa sîlehan a Dînamît Nobêl Almaniyayê (DND) tên çêkirin û ji wan sîlehan in ku hikûmeta Almaniya di salên dawiyê da herî zêde firotine derve. Bilî şîrketa DND tu şîrketekekî din ev sîleha çênekiriye.


Di vê nûçeyê da her wiha hatiye ku bilî mûşekên DM-23, sîlehên pêşketî yên din wekî Panzfast-3 û Alt Kalîbr-18 ku Almaniya çêdike jî di destê çekdarên PKKEê da hene.


Delweta Almaniyayê tu daxûyaniyek li bara vê idiaya rojnama Zamanê nedaye.