Civîna ewlehiya lezgîn a Tirkiyê li pey êrîşa PKK`ê li ser artêşê
Îlon 07, 2015 10:14 Asia/Tehran
Serokwezîrê Tirkiyê ji bo beşdariya li civîneke ewehiya awarte, bajarê Qûniyê terikand û berê xwe da Enkerê.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Reuters`ê, serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Dawûdoxlû ku ji bo temaşekirina pêşbirka fotbûlê di navbera Tirkiye û Holandayê roja yekşemiyê çûbû Qûniyêay, ji bo beşariya li civîna ewlehiyê temaşekirina vê civînê nîvcû terikand û vegeriya Enkereya paytexta Tirkiyê.Giranbûna pevçpûnan û hejmara zêdeya mirina leşkerên tirk ewqas bûye ku Dawşûdoxlû neçar naye ji bo vekolandina vê yekê civîneke awarte pêk bîne.
Ji ber êrîşa du yekşemiyê ya endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bajarê Yûksekavaya girêdayî bi parêzgeha Hekariyê du erebeyên zirxî çûn ser mayînê û hatin rûxandin û li pey wê yekê hin pevçûn li herêmê çê bûn ku di encamê da çend çekdarên tirk hation kuştin yan birîndar bûn.
Li ser esasa raporên ku hatine belavkirin, li van pevçûnan 9 leşkerên tirk yên ser bi artêşa Tirkiyê hatin kuştin.