Firotina çekan a Rêjîma Siyonîstî bo Tirkiyê ji nû va dest pê dike
Îlon 07, 2015 09:09 Asia/Tehran
Piştî ku firotina çekan a Rêjîma Siyonîstî bo artêşa Tirkiyê ji ber kêşeyên di navbera du aliyan da hatibû rawestandin, hin nûçe li ser esasa destpêkirin aji nû ya firotina çekan bo Tirkiyê hatine belavkirin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a xwendekarên Îranê (ISNA), şaxa çavdêriya li ser firotina çekan li wezareta şêr a Rêjîma Siyonîstî ku berpirsê derxistina destûra berhemên têknolojîkî yên çekdar û ewlehiyê yên pêşketî ye, vê dawiyê rezamendiya xwe ji bo dayîna destûra firotina bi dehan têknolojiyên çekdarî û ewlehî bo Tirkiyê ragihandiye.Rapora çavkaniyên israîlî nîşan dide ku çavdêriya li ser firotina têknoplojiya leçkerî ji aliyê Rêjîma Siyonîstî bi vê mebestê ye ku têîknolojiyên navbirî nekevin ber destê aliyên ku li dijî Israîlê ne yan alavên navbirî ji bo erkdariya leşkerî û ewlehiyê ku renge bi saya eşkerebûna wan qeyrana siyasî ji bo Rêjîma Siyonîstî çê bibe, neyêmn bikaranîn.
Li ser vê esasê destûrên ku wezareta ceêng a Rêjîma Siyonîstî ji bo firotin çek û têknoljiyên çekdarî bo Tirkiyê dide der, nîşan dide ku mijara ``Dijminî`` di navbera van du aliyan êdî tine û pêngavên ku li vê barê tên rakirin, ligel pêngavên din ku li bara hevtûşiya li du astên siyasî û dîplomatîk di navbera Enkerê û Til Avîvê tên rakirin, hevdu dikemilînin.
Tirkiyê di salên deheya 90`î hevpeymaneke stratijîk ji bo Rêjîma Siyonîstî bû û du aliyan hejmarek rêketinnameyên ewlehî û çekdarî yên hevpar girêdan û planên mezin di warê pêşeyên leşkerî û hînkirin û danûstandina tecrubeyan bi rê xistin.
Lê êrîşa komandoyên israîlî li ser gemiya Mermereya Şîn di sala 2010`an asta peywendiyên Enkerê û Til Avîvê kêm kir û raporên li ser esasa rawestandina hejmarek ji planên ewlehî û leşkerî yên hevpar hatin belavkirin.