Îlon 07, 2015 08:06 Asia/Tehran
  • Kuştina 15 serbazên tirk û dewama êrişên hewayî ser pêgehên PKK'ê

balafirên cengê yên artêşa Tirkiyê şeva buhurî wek besiva li hemberî êrişa giran a PKK'ê ser karwana serbazên vî welatî, çeperên PKK'ê dan ber bombeyan.

Li gorî rapora Fars News'ê, çavkaniyên kurd dibêjin ku balafirên cengê yên artêşa Tirkiyê şeva buhurî careka dî, pêgehên PKK'ê dan ber bombeyan.


Ev êrişa hewayî çend saetan piştî daxûyaniya PKK'ê têkildarê kuştina herî kêm 15 serbazên tirk di encama êrişekê û zevtkirina hejmareke zêde ya alavên leşkerî yên wan pêk hat.


Li gorî daxûyaniya PKK'ê, vê partiyê di encama êrişekî da ku ajansa nûçan a Reutersê êrişa herî xwînavîn a PKK'ê ji Tîrmehê va wesif kiriye da, karwaneke maşînên leşkerî ya artêşa Tirkiyê li devera Yûksekovayê li wilayeta Hekariyê kiriye armanc.


Bi dû vê êrişê, balafirên cengê yên artêşa Tirkiyê jî ku operasyona dijî PKK'ê ji meha buhurî va destpê kirine, careka din êrişî pêgehên vê partiyê ji wan ciyê kombûna êrişkiran kirin.


Artêşa Tirkiyê hê li bara hejmara kuştî û birîndarên vê êrişê tu daxûyaniyek nedaye, lê di daxûyaniya PKK'ê da hatiye ku di encama vê êrişê da ku ji çen hêlan va pêk hat, 15 serbaz hatin kuştin û hejmareke zêde ya sîlehên wan jî hat bidestxistin.


Televîzyona TRT'ê jî saetekê piştî vê êrişa PKK'ê bi weşandina daxûyaniya Receb Teyîb Erdoxan serokomarê vî welatî, pêkhatina vê êrişê li wilayeta Hekariyê piştrast kir, lê behsa kuştî û birîndarên vê êrişê nekir.