Tebax 13, 2015 18:48 Asia/Tehran
  • Şer û pevçûn di navbera PKK û hêzên Tirkiyê li  parêzgeha Agiriyê

Rayedarên Tirkiyê dibêjin: êrişa PartiyênKarkerên Kurdistnê li Tirkiyê êrişî ser bargeha cendermeriya bajarê Diyadîn li parêzgeha Agirî kirin ku rastî berteka eskerên vî welatî hat.

Li gor rapora Anadoluyê, rayedarên tirk ragihandin ku hêzên PKK ser bargeha cendermeriya bajarê Diyadînê ku bi sîlahên giran û roketavêja cih hat di encama berteka hêzên Tirkiyê bê encam ma.
Duh jî di encama hêzên PKK ser bargeha eskerî ya Ozerklî li parêzgeha Diyarbekirê eskerekî Tirkiyê hate kuştin .
Nearamî û şer û pevçûnên niha di navbera artêşa Tirkiyê û PKK piştî êrişa û teqîna terorîstî ya DAIŞ'ê li bajarê Surûçê ku di encamê de zêde ji 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêde ji 100 kes jî birîndar bûn despê bûne. Artêşa Tirkiyê piştî vê bûyerê bargehên PKK'ê li bakûra Iraqê bombebaran kirin û eva bû sedema têkçûna agirbesa du salî ya di navbera du aliyan .