Tebax 13, 2015 17:38 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Ehmed Dawûdoglû tev serokê partiya herî mezin a dijber a li Tirkiyê

Serokwezîrê Tirkiyê, îro bona gotûbêja li bara pêkanîna dewleta hevalbendiyê tev serokê partiya herî mezin a dijber a li vî welatî yê gotûbêjê bike.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Farsê, îro pêncşemiyê Ehmed Dawûdoglû, serokwezîrê berpirsê pêkanîna dewleta Tirkiyê û Kemal Kiliçdaroglû, serokê Partya Komarxwaz a Gel (CHP) ku partiya herî mezin a dijber li vî welatî ye, bi hev re yê hevdîtinê bikin. Heta niha nûnerên du partiyên Dad û Geşepêdanê (AKP) û Komarxwaz a Gel (CHP) 5 caran bi hev re civiyane û xalên nakokbar û yên lihevkirina bi hev re yên li bara dosiyên curbicur hilkolandine. Eger ku dewleta hevalbend li Tirkiyê pêk neyê, serokkomarê vî welatî yê bixwaze ku hilbijartina zûtir ji demê û dubare were li darxistin.