Serokê Partya netewparêz a Tirkiyê: Erdogan berbendê sereke yê li ser riya pêvajoya pêkanîna dewleta hevalbendiyê ye
Tebax 13, 2015 16:04 Asia/Tehran
Serokê Partya Hereketa Neteweyî ya Tirkiyê, nakokiyên di navbera partiyên curbicur ên vî welatî û Partya Dad û Geşepêdanê yên li gotûbêjên pêkanîna dewleta hevalbendiyê, aşkera kir û bona xwetêkilkirina serokkomarê Tirkiyê di van gotûbêjan de rexne girt.
Dewlet Bagçelî, serokê Partya Hereketa Neteweyî ya Tirkiyê, bi weşandina daxuyaniyekî ji Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê vî welat rexne kir û ragihand: Erdogan dil heye ta bi xwetêkilkirina li pêvajoya gotûbêjên pêkanîna dewleta hevalbendiyê ya di navbera Partya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partya Komarxwaz a Gel (CHP) demokrasiya li Tirkiyê ji nav bibe.Bagçelî berdewam kir: Divê Erdogan nihêrîna xwe biguherîne û bizane ku eva erka Dawûdoglû ye ku wekî serokê Parya Dad û Geşepêdanê (AKP) dewletê pêk bne.
Bagçelî careka din destnîşan kir ku partya wî tenê bijareya muhtemel a bona pêkanîna dewleta hevalbendiyê ya tev Partya Dad û Geşepêdanê ye. Wî di eynî demê de destnîşan kir ku parta wî hes nake ku di vê hevalbendiyê da be.