Ragihandina rewşa taybet a ewlehiyê li Colemêrga Tirkiyê
Tebax 13, 2015 15:59 Asia/Tehran
Dewleta Tirkiyê bi dû zêdebûna êrişên terorîstî yên di vî welatî da, li navçeya Colemêrgê, rewşa taybet a ewlehiyê ragihand.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Anatoliyê, îro pêncşemiyê, du navçeyên li bajaroka Gewerê li parêzgeha Colemêrgê, bo mideha 15 rojan wekî navçeya taybet a ewlehiyê hatin ragihandin. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê walîtiya Colemêrgê hate weşandin, navçeyên Gewer Kavak û Waragoz, wekî navçeyên taybet ên ewlehiyê hatine ragihandin.Di vê daxuyaniyê da hatiye: Hatin û Çûna welatiyan bû navçeyên taybet ên ewlehiyê, li rojên di navbera 14 heta 27'ê tebaxa 2015'an de qedexe ye.
Berî niha jî li sê navçeyên Colemêrgê, ev biryara hatibû dayîn.
Bajarê Gewerê li parêzgeha Colemêrgê û yek ji navçeyên kurdnişîn ên Tirkiyê û her wiha yek ji navçeyên nearam ên vî welatî ye.