Di navbera polîsê Tirkiyê û beşdarên li merasima rakirina meytê endamekî PKK'ê, pevçûn derket
Tebax 13, 2015 15:19 Asia/Tehran
Medyayên Tirkiyê ji pevçûna di navbera hêzên ewlehiyê û kurdên beşdar ên li merasima rakirina meytê endamekî PKK'ê li başûrê rojhilatê vî welatî agahî dan.
Li gorî gotina medyayên Tirkiyê, piştî bi rêketina merasima rakirina meytê berpirsekî PKK'ê ku duh şev û li pevçûna ligel hêzên artêşê jiyana xwe ji dest dabû, di navbera hêzên polîsê û hejmarekî ji kurdan pevçûn derket.PKK li daxuyaniyekî ku roja çarşemiyê weşand, ragihand: Bariş Tekce, ku di sala 2010'an de tevlî PKK'ê bibû, li parêzgeha Hekariyê hatiye kuştin. Di vê daxuyaniyê de hatiye, Tekce ku ser navê cengî yê Andok nasyar bû, ji ber gulleya helekoptera artêşa Tirkiyê hatiye kuştin.