Tebax 13, 2015 13:15 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Tirkiye nahêle koçberên sûrî herin bajarê îzmîrê

Hikûmeta Tirkiyê ketina koçberên sûrî nav bajarê Îzmîrê qedexe kir.

Şaredariya bajarê îzmîrê îro ragihand ku ketina koçber û penaberên sûrî û mayîna wan nav bajarê Îzmîrê qedexe ye. Li gor vê raporê koçber û penaberên sûrî ji bo ku derbasî Yewnanê bibin dikevin nav bajarê Îzmîrê û li park û cih û makanên gelêrî yên vî bajarî dimînin ku eva bûye sedema nerahetiya xelkê Îzmîrê, her ji ber vê meselê şaredariya vî bajarî bona dabînkirina ewlehiya xelkê bajêr tevdîrên taybetî berçav girtiye ku qedexetiya çûyîn û mayîna penaber û koçberên sûrî nav Îzmîrê li vê çarçovê de ye . Li gor bîlançoya şaredariya Îzmîrê her bi awayekî qanûnî 68 hezar penaber û koçberên sûrî li Îzmîrê de ne, lê yên ku bi awayekî neqnûnî li Îzmîr de dimînin digihêje 500 hezar kesan. Ev koçber û penaberên sûrî li cih û mekanên gelêrî yên vî bajarî heta li werzişgehên wê de jî dimînin.
Hejî gotinê ye ku hikûmeta Enqerê duh ragihand ku êdî vî welatî ti cihek ji bo xwedîkirina koçber û penaberên sûrî tine û piraniya penaber û koçberên ku bi tezetî gihêştina Tirkiyê hez dikin herin Ewrûpayê.