Baweriya Sûriyê bi hevkariya Tirkiye bi Amerîkayê re di şerrê dijî DAIŞ'ê tuneye
Tebax 13, 2015 11:12 Asia/Tehran
Wezîrê ragihandinê yê Sûriyê bêbaweriya xwe li hemberî hevkariya Tirkiye bi Amerîkayê re li şerrê li dij DAIŞ'ê nîşan da.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Reutersê, Umran El- Zeibî, wezîrê ragihaninê yê Sûriyê roja çarşemiyê got: Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê Tirkiyê, bi dû sekinîn û şerrê li hember grûpa DAIŞ'ê li Sûriyê nîne, belki dixwaze bi kurdên Sûriyê re şerr bike.Wezîrê ragihandina Sûriyê bal kişand ser hevkariya Tirkiyê bi Amerîkayê ji bo pêkanîna êrişên hewayî yên dijî grûpa DAIŞ'ê li Sûriyê û li bara armanca Tirkiyê ya ji vê hevkariyê bêbaweriya û şik û gumanên xwe diyar kir û herwiha got: Ya ku li mejiyê Receb Teyîb Erdogan e şerrê li dij DAIŞ'ê nîne, belki şerrê li hemberî kurdên Sûriye, Iraq û Tirkiyê ye.
Umran El- Zebî, her wiha bal kişand ser amadetiya dewleta Sûriyê bona gotûbêja ligel dijberan û ji grûpên nerazî yên sûrî xwest ku bona destpêkirina gotûbêjan yekgirtî bibin.