Tebax 13, 2015 10:17 Asia/Tehran
  • Davûdoglu: Tirkiyê ji her welatekî zêdetir xisar ji ber krîza Sûriyê dîtiye

Serokwezîrê Tirkiyê îdia dike ku welatê wî ji her welatekî din zêdetir ji ber krîza Sûriyê xisar dîtiye.

Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davûdoglu ku welatê wî piştgiriya ji terorîzmê û neyarên hikûmeta Sûriyê girtiye ber xwe got: li çar salên vê dawiyê Tirkiyê şeş milyard dolar ji bo penaberên sûrî di nav axa xwe de xerc kiriye û li vî warî de ti kesî pişta me negirt.
Davûdoglu îdia dike ku Tirkiyê ji ber krîza Sûriyê xisar û ziyana herî mezin û giran dîtiye .
Davûdoglu ku bi nûçegihanê BBC re diaxivt, îdia kir ku welatê wî ti caran pişta DAIŞ'ê û grûpên ser bi vê rêxistina terorîstî negirtiye.
Davûdoglu her wiha got: Em li dij gişt grûpên terorîstî yên nav Tirkiyê û Sûriyê ji wan DAIŞ'ê ne ku ewlehiya me û welatên cîhanê bêxin ber tehlukê.
Serokwezîr tirk her wiha li warê şandina hêzên eskerî nav axa Sûriyê jî got: Dema ewlehî û berjiwendiyên me yên neteweyî ji aliyê her grûpeke nav Sûriyê bikevin ber tehlukê, Tirkiye bi gişt hêz û îmkana xwe li ber wê disekine.
Berî viya karzan û pisporên siyaseta navçê welatên wekî Tirkiye û Erebistan ku piştgiriya terorîstên wek DAIŞ'ê di nav axa Sûriyê dikin hişyar kiribûn ku pir muhtemel e li pêşerojê krîza Sûriyê pêsîra welatên hanê jî bigire .