Tebax 13, 2015 09:24 Asia/Tehran
  • Êrişa li ser qereqoleka polîsê li Tirkiyê û îdiaya çavkaniyên tirk li bara derbeyên giran ên bi PKK'ê

Çavkaniyên nûçeyan ên Tirkiyê ji êrişa endamên Partya Karekerên Kurdistanê (PKK) ser qereqola canirmeriyê ya gundê Ûzerkliyê li parêzgeha Diyarbekrê agahî dan.

Roja çarşemiyê li êrişa endamên grûpa PKK'ê ser candirmetiya Tirkiyê çekdarekî vî welatî hatiye kuştin. Piştî vê êrişê, di navbera hêzên dewletî yên Tirkiyê û endamên PKK'ê pevçûn qewimî û di encama wê de du endamên vê grûpê hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.
Her di vî eynê da kanala televîzyonî ya CNN Tirkê ji teqîn û kavilbûna sedî 80'ê pêgeh û weşartegên Partya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) yên li bakûrê Iraqê agahî da. CNN Turkê, roja çarşemiyê ji zarê çavkaniyên ewlehî û istixbaratî ragihand ku di van çend rojên dawiyê de bombebaranên bi dûhev ên balafirên cengî yên Tirkiyê li ser bakûrê Iraqê, gelek xisar PKK'ê dane. Li gorî vê raporê di van operasiyonan de nêzî 300 endamên PKK'ê hatine kuştin û nêzî 500 kesên din jî birîndar bûne.
CNN Turkê ji revîna hejmarek ji serkirdeyên PKK'ê ji bakûrê Iraqê agahî da.
Nearamiyên li Tirkiyê piştî êrişa xwekujiyê ya ser çalakvanên kurd ên li bajarê Sirûçê li başûrê Tirkiyê û nêzî sînorê Sûriyê ku bû sedema mirina 31 kesî û birîndarbûna nêzî 100 kesî, dest pê bûn.
Bi dehan memûrên polîsê û yên hêzên çekdar ên Tirkiyê jî di van pevçûnan da hatine kuştin yan jî birîndar bûne.