Tebax 12, 2015 21:06 Asia/Tehran
  • Birîndarbûna sê eskerên Tirkiyê di encama êrişa PKK

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku sê eskerên Tirkiyê di encama teqîna bombekê li parêzgeha Qersê li bakura rojhilata Tirkiyê birîndar bûn.

Ajansa Xînhua ragihand ku ev bomba ku endamên PKK ew danîbûn dema derbasbûna makîna zirêhdar a hêzên ewlekariya Tirkiyê li nêzîkiya bajarê Sarî Qamîşê teqiya ku di encamê de 3 esker bi giranî birîndar bûn.
Piştî teqîna terorîstî ya DAIŞ'ê li bajarê Surûçê ya 20 tebaxê ku 24 kes ji xelkê kurd ê vî bajarî hatin kuştin û zêde ji 100 kes jî birîndar bûn û dibêjin ku destê MIT'ê a Tirkiyê jî di nav wê da bû, Erdogan serokkomarê Tirkiyê fermana êrişa ser PKK da eva li rewşekê bû ku diviya êrişî ser DAIŞ'ê bikira, ne kurdan, lê hin êrişên formalîte û numayêşî jî li Sûriyê cih anîn ser navê êrişa ser DAIŞ'ê ku li gor agahiyan ziyaneke cidî li vê grûpa terorîstî neketiye, ji wê demê virda agirbesa navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê ji nav çûye û ev welata aloz bûye.