Daketina bîlana peredayîna Tirkiyê bo derve
Tebax 12, 2015 17:05 Asia/Tehran
Kêmbûna bîlana peredayîna Tirkiyê bo derve gihêşte 22 milyard dolaran zêdetir .
Li gor rapora IRNA, kêmbûna pêkhatî li bîlana peredayîna Tirkiyê bo derve ku wek parametreke herî girîng a sist li aborê ye li nîveka ewil a vê salê 7.5 daket (kêmbû) û anagorî sala par a vê demê gihêşte 22 milyard dolaran zêdetir.Nehad Zîbekçî wezîrê aborê yê Tirkiyê ev daketina bîlana peredayînê ya vî welatî bo derve, erênî dihesibîne û desnîşan dike ku daketina vê bîlana peredayînê li ticareta derve nîşana çêtirbûna rewşa derhatên perê dereke ji ber îxracata kelûmelên Tirkiyê ye.
Lê karzan vê îdayê red dikin û dibêjin: ev kêbûna bîlana peredayîna Tirkiyê bo derve ne ji ber çêtirbûna rewşa derhatên perê dereke ji ber îxracata kelûmelên Tirkiyê ye, belkî ew nîşan dide ku ticareta derveyî ya Tirkiyê ji rewşa aktîvbûnê derketiye û di encama wê pêşketina aborî ya vî welatî jî kêm bûye.