Erdogan: Me pêvajoya çareseriyê cemidand
Tebax 12, 2015 16:31 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê Erdogan got: Heta betonê nerijînin ser çekan wê operasyonên me bidomin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, beşdarî merasimekê taybet bû ku madalyeya rûmetê ya dewletê dane Serfermandarê Tirkiyê Necdet Ozel.Li gor ragihandina ajansa nûçeyan a Sputînk'ê, Erdogan di merasîmî bi helkeftina pêşkêşkirna madala rûmetê ya dewletê ji serfermandarê Tirkiyê Necdet Ozel re axivî û derbarê pêvajoya aştî û aloziya di navbera Tirkiyê û PKK’ê de peyamên tund dan û diyar kir ku wan (hikûmetê) pêvajoya çareseriyê daniye sarincê û cemidandiye.
Erdogan got: `Heta ku ew berê çekên xwe bidin dewlet û miletê me, heta li ser rûyê erdê terorîstek jî hebe wê berxwedana me ya li dijî terorê bidome.`
Erdogan îdia kir ku di operasyonên li Tirkiyê û li bakûra Kurdistana Iraqê de PKK’ê zirarek mezin dîtiye û dubare PKK û DAIŞ weke hev nirxand. Erdogan her wiha îdia ku dewletê li dijî DAIŞ’ê jî operasyon encam dane.
Serokomarê Tirkiyê bêyî ku navê HDP’ê bigire jî got ku di vê meha borî de aşkere bûye ka kî demokrasîxwaz û azadixwaze û kî jî van têgehan îstismar dike.