Hedefa Erdogan ji bi rê xistina dubare ya şerê li dij PKK'ê
Tebax 12, 2015 13:18 Asia/Tehran
Rojnama Cumhuriyê Îslamî (Komara Îslamî) ya Îranê nivîsiye ku serokkomarê Tirkiyê û AKP 'ê hewldidin bi alozkirina rewşa ewlehiya Tirkiyê li hilbijartinên zûtir ji demê sûdê werbigirin.
Rojnama ''Cumhuriyê Îslamî'' îro li şiroveyekê ser armanc û hedefên serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û partiya wî ya AKP li warê despêkirina dubare ya şerê li dij kurdan û PKK'ê wiha nivîsiye: Saziya MIT'ê (Saziya Îstixbarata Neteweyî) ya Tirkiyê ser fermanê Erdogan bûyera terorîstî ya bajarê Surûçê pêk anî û bi dehan kes kuştin û zêde ji sed kes jî birîndar kirin, li cih anîna vê kiryara terorîstî grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê jî ji bo ku xizmet û alîkariyên AKP û Erdogan bo xwe ku her tim li kêleka wê da bûne bicebirîne (cubran bike), bû mucrî û cîyînera vê bûyera terorîstî; heta gelek ji karzanan bawer in ku destê hikûmeta Tirkiyê di nav terorkirina wan du polîsên Tirkiyê ye jî ku piştî bûyera surûçê hatin kuştin. Lê niha pirs eva ye ku gelo hedefa Erdogan û partiya wê ji pêkanîna vê bûyera terorîstî çi ye ?. Ti şik têda nîne ku di encama şkesta AKP li hilbijartinên parlemanê ya 7 hezîranê Erdogan şkesteke giran xwar û berî her tiştî destên wî li bidestxistina desthilatdariya tam û dîktatorane ser Tirkiyê hatin girtin, ji aliyê din ve piştî pêkhatina hikûmeta hevpeyman li Tirkiyê pir muhtemel e ku Erdogan bi sûça gendeliya aborî û fînansî û paşê bi guneha şandina çek û sîlahan ji terorîstan nav Sûriyê re were mehkeme kirin. Vêca tenê rê ji bo Erdogan û AKP'ê eva ye ku pêşiya pêkhatina hikûmeta Hevpeyman (hevalben) bigirin û rê ji bo birêxistina hilbijartinên parlemanê yên zûtir ji demê serast bikin ta ku bikarin vê carê piraniya kursiyan bidest bêxin û bi tenêtî hikûmetê pêk bînin. Ji bo ku Erdogan û AKP bigihêjin vê armanca xwe, şer birêxistin û Tirkiye aloz kirin da ku xwe parêzvanê yekperçetî û ewlehiya welêt nîşan bidin û partiyên reqîb û dijberê xwe jî piştgirê terorîstan bidin nasandinê bona ku dengên zêde ji xwe re qazanc bikin û reqîb û rikberên xwe ji meydanê derxin. Li vê navberê de eva gelê Tirkiyê ye ku divê hişyar bibin û bizanin ku kî berjiwendî û ewlehiya wan ji hedef û armancên xwe re dikin gorî û fida.