Tebax 12, 2015 12:37 Asia/Tehran
  • Êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyê li dij PKK'ê

Artêşa Tirkiyê ragihand ku balefirên şêr ên vî welatî di nav axa Tirkiyê êrişî ser çeperên PKK kirin û dûşkên mûşekên li dij balafiran yên wê ji nav birin.

Li gor zanyariyên ku erkantiya giştî ya artêşa Tirkiyê li malpera xwe ya fermî weşandine, du balafirên vî welatî yên F16 êrişî ser pêgehên PKK di nav axa Tirkiyê kirin û dûşkên avêtina mûşekên li dij balafirên ên vê grûpî îmha kirin . Artêşa Tirkiyê dibêje ji bo heyfstandina êrişa roja duşemê ya PKK ku di encamê de şeş kes hatibûn kuştinê ev êrişa balafirên Tirkiyê cih hatiye. Di encama teqîna bombeyekê li ser riyekê li parêzgeha Şirnexê çar polîs hatin kuştin û yek jî birîndar bûn. Artêşa Tirkiyê li rojên vê dawiyê bi mihaneya êrişa ser grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê êrişên xwe li dij PKK'ê dane despê kirin.