Tebax 10, 2015 21:05 Asia/Tehran
  • rawestandina xebata Konsûlxana Amerîka li Tirkiyê

Xebata Konsûlxana Amerîka li bajarê Istanbûla Tirkiyê hate rawestandinê.

Li gor rapora IRNA'yê, piştê ku îro duşemê çekdarên nenas êrişî ser Konsûlxana Amerîka li bajarê Istanbûla Tirkiyê kirin, Waşîngtonê ragihand ku heta mudehekê xebata vê Konsûlxanê tê rawestandinê.
Konsûlxana Amerîka li bajarê Istanbûla Tirkiyê ji welatiyên Amerîka yên ku li nav axa Tirkiyê ne xwestiye ku haje xwe bin ta ku rastî xeteran neyên.
Îro serê sibê du çekdarên nenas ku tê gotin yek ji wan jin bûye êrişî ser Konsûlxana Amerîka li Istanbûlê kirin û parêzvanên vê navendê dane ber gullan û wan parêzvanan jî pê gullan bersiva çekdaran dan.
hatiye ragihandin ku yek ji çekdaran ku birîndar bibû hatiye girtin û yê din jî reviye.
Dewleta Tirkiyê ragihandiye ku bereya inqilabî ya azadiya xelq ya Tirkiyê sebebkarêî vê êrişa ser konsûlxana Amerîka li Istanbûlê ye.
Heta niha tu alî yan partiyek bi fermî berpirsyariya vê êrişê qebûl nekiriye.