Cibheya inqilabî ya azadiya xelq ya Tirkiyê sebebkarê êrişa ser Konsûlxana Amerîka li Stanbûlê ye
Tebax 10, 2015 17:58 Asia/Tehran
Karbidestên Tirkiyê ragihandin ku Cibheya inqilabî ya azadiya xelq ya vî welatî sebebkarê êrişa ser Konsûlxana Amerîka li Istanbûlê ye.
Li gor rapora ajansa Fransayê, Karbidestên Tirkiyê ragihandin ku piştê êrişa sala 2013 ya Cibheya inqilabî ya azadiya xelq ya vî welatî ya ser Konsûlxana Amerîka li Stanbûlê, lêkolîna nû nîşan dide ku êrişa îro duşemê ya ser Konsûlxana Amerîka li Istanbûlê jî karê vê grûpê ye.Cibheya inqilabî ya azadiya xelq ya Tirkiyê li sala 2013 jî êrişî ser Konsûlxana Amerîkayê li Tirkiyê kiribû.
çekdarên nenas îro duşemê êrişî ser Konsûlxana Amerîka li Stanbûlê kirin û parêzvanên vê Konsûlxanê dane ber gullan.
Hîn bi fermî tu alî yan jî grûpekê berpirsyariya vê êrişê qebûl nekiriye.