Kesek gumanlêkirê li bara êrişa ser konsûlxana Amerîka li Tirkiyê hate girtin
Tebax 10, 2015 16:54 Asia/Tehran
Piştê êrişa ser Konsûlxana Amerîka li Istanbûlê kesekî gumanlêkirî li ser vê rodavê hate girtin
Li gor rapora ajansa Firansayê, îro serê sibê êrişî ser Konsûlxana Amerîka li bajarê Istanbûlê kirin û kunxûlxane dane ber gullan ku dinavbera wan û parêzerên Konsûlxanê pevçûn derket ku hema li vê barê da polîsê Tirkiyê kesek gumanlêkirî girtiye.
Polîsê Tirkiyê ragihandiye ku jinek jî dinav çekdarên êrişker da bûye ku piştî êrişê xwe avêtibû nav malekê li derûdora Konsûlxanê. Hatiye ragihandin ku polîsê Tirkiyê hemû riyên ku peywendiya wan bi Konsûlxana Amerîka hene , girtine. Hîn tu raporek li ser kuştî yan birîndarên vê rodavê tune. Hîn tu kes yan jî grûpek berpirsyariya vê operasiyonê qebûl nekiriye. Hate gotin ku êrîşkar du kes bûne, yek ji wan jin û ya din jî mêr bûye. Piştî pevçûnan hêzên ewlekariyê gehiştin cihê rûdanê û lêkolîn dane destpêkirin.