Tebax 10, 2015 15:52 Asia/Tehran
  • Teqîna erebeya bi bombe li Stenbolê

Ji ber teqîna erebeya bombebarkirî li rêvebiriya polîsê Stenbolê sêzdeh kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Trend`ê ji zarê rojnameya Miliyeta çapa Tirkiyê, li vê teqînê ku êvara yekşemiyê li rêvebiriya polîsê herêma Siltan Bêyliyê qewimiye sêzdeh kes ji wan sê efserên polîs birîndar bûn. Ji ber vê teqînê her wiha hin xisar û ziyan li avahiya rêvebiriya polîs û malên derûdor ketin. Yek ji goriyên vê teqînê cîgirê serokê rêvebiriya polîs bûye.