Êrişa ser konsûlxana Amerîka li Tirkiyê
Tebax 10, 2015 15:36 Asia/Tehran
Kesên çekdar êrişî ser Konsûlxana Amerîka li bajarê Istanbûlê kirin.
Li gor rapora rojnama Hurriyetê , îro serê sibê êrişî ser Konsûlxana Amerîka li bajarê Istanbûlê kirin û kunxûlxane dane ber gullan û parêzvanên Konsûlxanê jî pê çek û sîlahên xwe bersiva wan kesan dan.Polîsê Tirkiyê ragihandiye ku jinek jî dinav çekdarên êrişker da bûye ku piştî êrişê xwe avêtibû nav malekê li derûdora Konsûlxanê.
Hatiye ragihandin ku polîsê Tirkiyê hemû riyên ku peywendiya wan bi Konsûlxana Amerîka hene , girtine.
Hîn tu raporek li ser kuştî yan birîndarên vê rodavê tune.
Hîn tu kes yan jî grûpek berpirsyariya vê operasiyonê qebûl nekiriye.
Hate gotin ku êrîşkar du kes bûne, yek ji wan jin û ya din jî mêr bûye.
Piştî pevçûnan hêzên ewlekariyê gehiştin cihê rûdanê û lêkolîn dane destpêkirin.