Meşa alîgîrên PKK li başûra rojhilata Tirkiyê
Tebax 10, 2015 15:35 Asia/Tehran
Polîsê Tirkiyê êrişî ser meşa alîgîrên PKK li başûra rojhilata vî welatî kir û bona belavkirina xelkê ji gaza îzotê istifade kir.
Li gor rapora ISNA'yê, Polîsê Tirkiyê xebitî ku pê istifada ji gaza îzotê alîgîrên PKK ku li navça Sîzerê li başûra rojhilata vî welatî meşekî berfire birê xistibûn , perate bike .Ev meşa bertegek bû li hemberî kuştina 3 kesan û birîndarbûna 7 kesên dinê li şer û pevçûnên vê dawiyê dinavbea hêzên polîsê Tirkiyê û endamên PKK .
Vê dûmahîkê hêzên artêşa Tirkiyê êrişên xwe bo ser pêgehên PKK li bakûra Iraqê destpê kir.
Xwenîşanderên ku ser şiklê xwe girtibûn êrişî ser navendên lêgeryana polîsê Tirkiyê kirin û tirombîlên ku di rê da hatin-çûn dikirin radigirtin û ji rêwiyan dixwestin ku karta nasyariyê nîşan bidin.
Ji aliyê dinve hêzên polîsê Tirkiyê jî bona perate kirina xwenîşanderan ji gaza îzotê istifade kir.
Pêştir Ebdullah Ocalan rêberê zîndanî yê PKK ji karbidestên dewleta Enqerê xwestibû ku gotûbêjên aşitiyê bila neyên rawestandin û ji AKP xwestibû ku dewamê bide van gotûbêjan.
Ocalan herwisa ji şer û pevçûna navbera AKP û hêzên artêşa Tirkiyê jî rexne girtibû.
Ajansa Anatoliya Tirkiyê jî li rapora xwe ragihandibû ku ji ber êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyê bo ser pêgehên PKK kêm kêm 390 endame PKK hatine kuştin û 400 kes jî birîndar bûne.