Tebax 10, 2015 15:34 Asia/Tehran
  • Dewamam pevçpûna di navbera çekdarên tirk û PKK`ê

pevçûna di navbera çekdarên tirk û alîgirên Partiya karkerên Kurdistanê (PKK) hema wisan mirovan dikuje.

Di dewama van şer û pevçûnan, medyayên dewletî yên Tirkiyê ragiahndin: Herîkêm 390 kes ji hêzên PKK`ê ji ber êrêîşên artêşa vî welatî hatin ekuştin. Ajansa nûçean a Anatoliyê ya Tirkiyê jî ragiahndiye ku di heyama du hefteyên buhurî da herîkêm 390 kes ji hêzên PKK`ê ji ber êrîşên esmanî yên Trikiyê li ser pêgeh û çeperên wan li bakûrê Iraqê hatien kuştin û 400 kesên din jî birîndar bûne. Li gorî rapora roja 9`ê tebaxê ya ajansa nûçeyan a xwendekarlên Îranê (ISNA) ji zarê rojnameya Today Zaman`ê, nêzikî 30 kes ji endamên rêxistinên sîxoriyê yên Tirkiyê jî ji ber van şer û pevçûnan ku piştî êrîşa Tirkiyê li ser hêzên PKK`ê ji derûdora du hefteyan berî niha va dest pê bûne, hatine kuştin. Êrîşên herî dawîn li bajarê Diyarbekirê pêk hatin ku di encamê da polîsekî tirk ji ber giraniya birînên ku li laşê wî çêbûbûn, mir. êrîşên Diyarbekirê rojekê piştî pevçûna hêzên tirk ligel çekdarên PKK`ê li navçeya Silopiyê qewimîn. Li vî halî nivîsgeha serokwezîrtiya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Ehmed Dawûdoxlû destûra destpêkirin alêkolînên li bara van bûyeran daye wezareta karên hundir. Têkildarî pevçûnên di navbera dewleta Tirkiyê û şervanên kurd, ajans anûçeyan a Trenda Komara Azerbaycanê ji zarê rojnameya Miliyeta çapa Enqerê qala teqîna erebeyeke bombebarkirî li rêvebiriya polîsê Stenbolê kir. Li gorî vê raporê, heta niha sêzdeh kes ji ber vê bûyerê birîndar bûne. Ji ber vê teqînê gher wiha hin xisar û ziyan li avahiya rêvebiriya polîs û malên derûdora wê ketin. Yek ji goriyên ji ber vê teqînê, cîgirê serokê rêvebiriya polîs e. Li vî halî, xwenîşandana alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Tirkiyê li başûrê rojhilata vî welatî tûşî êrîş û destwerdana hêzên polîs û bikaranîna gaza rondikrêj hat û di navbera hêzên polîs pû xwenîşanderan pevçûn derket. Li gorî rapora îro duşemiyê ango 10`î tebaxa 2015`an a ajansa nûçeyan a xwendekarên Îranê (ISNA), hêzên polîsê Tirkiyê bi saya bikaranîna gaza hêstirêner hewil dan ku alîgirên PKK`ê ku li navçeya Sîzera ser bi başûrê rojhilata Tirkiyê meşa girseyî bi rê xistibûn, berbelav bikin. Ev xwenîşandan abi nîşana nerazîtî û hêrsa ji ber kuştin û birîndarkirin asê kesan ji aliyê hêzên polîsê tirk li pevçûna li ligel endamên PKK`ê li nêzikî sînorên Iraqê hatibû birêxistin. Xwenêîşanderan ku rûyê xwe pêçandibûn, êrîşî ser rawestgehên çavdêriya hêzên polîs kirin û erebe dan rawestandin û ji kesên ku ji van deveran derbas dibûn xwestin ku kartên xwe yên naskirinê nîşan bidin. Hêzên polîsê dijî şorişê yên Tirkiyê jî ji bo berbelavkirina xwenîşanderan gaza rondikrêj bi kar anîn. Pêştir rêberê Partiya karkerên Kurdistanê (PKK), Evdillah Ocalan ê ku li zîndana Imraliyê zîndanî ye, xwestiye ku gotûbêjên aştiyê herî bilez werin destpêkirin û ji şer û pevçûnên di navbera PKK û Tirkiyê rexne kiribû. Berî viya aborîzanê binavûdeng û mamosteyê zanîngeha têknolojiyê li zanîngeha Amerîkayê, Tarûn Ecemoxlû li hevpeyivîna ligel ajansa nûçeyan a Anatoliya Tirkiyê, destnîşan kir: Şikest û rawestandina pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurdan dikare karesata siyasî û aborî li vî welatî pêk bîne. Vî karzanê tirkiyeyî ku bi esklê xwe ermenî ye û wek yek ji aborîzanên herî mezin ê dewramna hevçerx tê hesibandin, destnîşan kiriye ku pêvajoya çareseriya pirsa kurdan bi her awayî ku bibe pêwsît e ku berdewam be. Wî her wiha koma têrorîstî ya DAIŞ`ê gefek teze ji bo dewlet û gelê Tirkiyê da zanîn.Hêjayî gotinê ye ku dewra teze ya şer û pevçûna di navbera çekdarên tirk ligel kurdan li tirkiyê di demekê da gurr bûne ku dewleta Receb Teyib Erdoxan mijûlî gotûbêj û rawêjkariya ligel partiyên dijber bi mebesta damezirandina dewleta teze ye.