Meşa aşitiyê li Tirkiyê
Tebax 10, 2015 11:39 Asia/Tehran
Bi hezaran kes ji xelkê Tirkiyê li meşa xwe ya duh yekşemê li navça Bakirkûya Istanbûlê daxwaza birêketina aşitiyê li vî welatî kirin.
Li gor rapora medyayên Trkiyê, Bi hezaran kes ji xelkê Tirkiyê duh yekşemê li navça Bakirkûya Istanbûlê pişkdariya meşa ser navê aşitiyê kirin û ji karbidestên dewleta Enqerê xwestin ku bona damezirîna aşitiyê li vî welatî bixebitin.Hejî gotinê ye ku endamên HDP û CHP pişkdariya meşa aşitiyê kirin.
Selahedîn Demîrtaş hevserokê partiya Demokratîk a Gelan li gotinên xwe yên meşa aşitiyê herwisa ragihand ku partiya wî qet nîgeranê birêketina hilbijartina pêşwext li Tirkiyê nîne û bon vê rûdanê jî amade ye.
Hejî gotinê ye ku meşa aşitiyê di bin teybîrên zave ewlehiyê li Istanbûlê birê ket.