Tebax 09, 2015 21:49 Asia/Tehran
  • Bersiva PKK bo xwestekên Mesûd Barzanî û Selahedîn Demîrtaş

Hevseroka konseya rêberiya PKK xwesteka Barzanî bona derketina PKK ji Qendîlê ret kir û li bara xwesteka Selahedîn Demîrtaş ku ragihandibû PKK tiliyê xwe ji ser tetika Tifingê hilîne jî got: Ev mesela wisa jî sade nîne.

Li gor rapora Kurd Press'ê, agibesa di navbera PKK û dewleta Tirkiyê du sal û nîvan dom kir lê hefta bihurî piştî ku 2 endamên polîsê Tirkiyê hatine kuştin, artêşa Tirkiyê pêgehên PKK li bakûra Iraqê bombbaran kirin.
Dewleta Tirkiyê bi tawana hevkariya PKK tev DAIŞ'ê li êrişa înteharî ya ser bajarê Surûcê ku bûye sebeba kuştina 33 kesan û birîndarbûna 1oo kesan zêde pê dehan firokên şerî pêgehên PKK li bakûra Iraqê bombbaran kir.
Êrişê firokên F-16 yên artêşa Tirkiyê ser pêgehên PKK li bakûra Iraqê herwisa xisar li xelkê sivîle Iraqê jî xist û bûye sebeba kuştina 8 kesan û birîndarbûna zêde ji 10 kesan ji xelkê gundê Zeregliyê li Herêma Kurdistana Iraqê.
Piştî van êrişan Mesûd Barzanî ji PKK xwest ku ji nav Herêma Kurdistana Iraqê derkeve ji ber ku bi bawera wî êrişên dewleta Tirkiyê yên ser PKK xisarê digehîne xelkê Herêmê.
Besê Hozat Hevseroka konseya rêberiya PKK li gotûbêja tev Global Post ya Kanadayê li bersiva Barzanî got: Ev axa me hemû kurdan e û tenê axa Mesûd Barzanî nîne.
Wî got: Hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê her ji vê derê operasiyona xwe dijî Sedam dîktatorê Iraqê destpê kirin û me jî her ji vira xebata xwe dijî dewleta Faşîst ya Tirkiyê destpê kir.
loma eva heqê me yê siruştî û normale ku em li vira bimînin.
Ji aliyê din ve Besê Hozat li bersiva Selahedîn Demîrtaş hevserokê HDP ku ji PKK xwestiye dest ji çek û sîlahan berdin jî got: Ev xwesteka hema wisa sade jî nîne û em li halê şerkirinê ne û dewleta Enqerê qet rêzê li agirbesa ku me girê dabû ranagire.