Daxwaza CHP bona rawestandina şer û pevçûnan
Tebax 09, 2015 18:30 Asia/Tehran
Cîgirê serokê feraksiyona CHP got: Pêwîste ku PKK çek û sîlahên xwe dayîne erdê.
Li gor rapora IRIB News'ê, Levent Gok Cîgirê serokê feraksiyona CHP li gotinên xwe yên li Dêrsimê li rojhilata Tirkiyê bal kişande ser viya ku çekdanîna PKK ji meselên herî girîng bona domandina prosa aşitiyê li Tirkiyê ye û got: Her xebateke nerênî yên PKK ku bibe sebeba mirin yan birîndarbûna xelkê sivîl ê Tirkiyê, çareserkirina pirsgirêka kurdan rastî astengiyan tîne.Levent Gok got: Bi milyonan kes ji xelkê Tirkiyê ku baweriya wan bi demokrasiyê heye amade ne mesela kurdan li Tirkiyê çareser bikin, lê kiryarên çekdarî yên PKK mane û berbendan li ser riya vê prosê çêdikin.
Vî rayedarê CHP qet îşareyê kiryarên hikûmeta Tirkiyê nekiriye ku muzakireyên aştiyê xitimandiye û kiryarên wê bûne sedema têkçûna agirbesê.
Dewleta Tirkiyê li Desambra sala 2012 bona kutahîdana bi çend dehekan şer û pevçûn di navbera PKK û artêşa Tirkiyê gotûbêjên aşitiyê tev Ebdullah Ocalan rêberê zîndanî yê PKK destpê kir.
Hema ji wê çaxê ve agirbes di navbera artêşa Tirkiyê û PKK hate girêdan lê piştê kiryara terorîstî ya bajarê Sorûcê li meha bihurî ku DAIŞ'ê ew cih anî, ev agirbesa ji aliyê artêşa Tirkiyê binpê bû û artêşê pêgehên PKK li bakûra Iraqê bombbaran kirin.