Hêzên artêşa Tirkiyê careke din êrîşî ser axa Sûriyê li bakurê vî welatî kirin.
Hêzên Asayîşa Kampa Holê ya Hesekê, li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê dest bi operasyonekê kirin û 6 hezar endamên hêzên asayişê di operasyonê de beşdar in.
Li gundewarê Helebê şer di navbera şervanên YPG û çeeteyên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike de derket.
Sala 2018an piştî ku artêşa Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê dest bi operasyonan kir, Enqerê daxwaz ji kompaniya Facebookê kiribû ku bikaranîna facebookê ya ji aliyê YPGê ve blok û qedexe bike.
Hikûmeta Tirkiyê dibêje, eger Amerîka êdî alîkariya kurdên Sûriyê neke ewê jî “bi rengekî sînordar” sîstema mûşekî ya S-400 bikar bînin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îdia dike ku pênc endamên PKK û YPGê di êrîşa artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê hatine kuştin.
Sê endamên PKK û YPGê li bakurê Sûriyê hatin kuştin.
Brêt Mek Gurk (Brett McGurk) ku jibo çekdarbûn û bihêzbûna YPG'ê li bakurê Sûriyê alîkar bû û ji ber xiyaneta Amerîkayê li Kurdan istîfa kir, di bereberê vegeriyana bo Koşka Sipî ye.
Endamekî Ofîsa nûnertiya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê got: Pêwîst e ku partiyên kurd xwe ji pevçûnan dûr bixin û mewqiya hestyar a Kurdistana Sûriyê têbigihêjin.
Fermandariya Giştî ya YPG`ê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku hêzên wan tu êriş nebirine ser hêzên Pêşmergeyan û ew rêzê li hemberî serweriya Herêma Kurdistanê digirin. Her wiha bang li serokatiya herêmê kir ku dev ji siyaseta êrişkarî û provokasyonan berde.