Dozgeriya Qazaxistanê roja şemiyê ragihand ku 225 kes, di nav wan de 19 hêzên ewlehiyê, di xwepêşandanên hefteya borî de li Kazaxistanê hatine kuştin.
Wezareta Karên Hundir a Qazaxistanê duh ragihand ku hêzên ewlehiyê di xwepêşandanên li welêt de nêzî 8 hezar kes girtine.
Serokkomarê Kazaxistanê Qasim Tokayev ji bo tepisandina çalakiyên li vî welatî ferman da hêzên ewlehiyê “bêyî ku çalakvan werin hişyarkirin, gullan li wan bireşînin”.
Xwepêşandanên berfireh ên Qazaxistanê ku mezintirîn hilberînerê uranyumê ye, nirxê vê metalê stratejîk li bazarên cîhanê zêde kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Qazaxistanê ragihand ku di xwepêşandanan de zêdetirî hezar kesî birîndar bûne. Hêzên ewlekariyê ragihand ku wê bi dehan kesên hewl dane derbasî saziyan bibin, hatine kuştin.
Welatiyên Sûriyê duh li taxên bakurê Helebê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û komên girêdayî wê xwepêşandan kirin.
Bi dewama qeyrana aborî li Tirkiyê û daketina kêmdîtî ya bihayê pereyê neteweyî yê vî welatî, gelê Tirkiyê li bajarên Stenbol û Enqerê careke din, dijî siyasetên Receb Teyib Erdoxan derket nav kolanan.
Xwepêşanderên ku ji encamên hilbijartina Parlamenta Iraqê ya meha derbasbûyî hatibûn kirin nerazî ne, piştî zêdeyî mehekê grev roja Înê li Bexdayê hewl dan biçin Navçeya Kesk.
Hêzên Pêkanîna Qanûnê ji bo pêşîlêgirtina xwepêşandaneke muhtemel duh li meydana ‘Tehrîr’ û li nêzî ‘Pira Komarê’ ya Bexdayê hatin belavkirin.
Duh êvari xwepêşanderên erebên şîe غên Kerkûkê li dijî encamên helbijartinên Parlamenta Iraqê, rهya Bexdayê daxistin.