Alîgirên Muqteda Sedir îro Sêşemê xwepêşandanên xwe berdewam kirin û bi dehan ji wan li ber avahiya Encûmena Bilind a Dadwerî li devera Kesk a li Bexdayê civiyan.
Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê xwenîşandana alîgirên xwe ku biryar bû roja Şemiya bê bihata lidarxistin, paşxist.
Komîteya Amadekar a Xwepêşandanan a Çarçoweya Hemahengiya Şîeyên Iraqê banga xwepêşandanên gel kir ji bo piştgirîkirina ji rewabûna Qanûnê.
Tevgera Sedir ji alîgirên xwe xwest ku avahiya Parlemana Iraqê vala bikin û li derdora parlemanê xwepêşandana xwe bidomînin.
Serokwezîrê Srî Lankayê piştî ku bi hezaran xwepêşander avêtin ser mala Serokomar amadetiya xwe ya îstifakirinê ragihand.
Xwepêşandêrên ku li Colomboya paytexta Srî Lankayê ku ji ber qeyrana aborî şert û mercên jiyanê lê xerabtir bûne xwepêşandaneke mezin a li dijî hikûmetê li dar xistin, hat diyarkirin ku xwepêşander ketin avahiya serokatiyê.
Hejmarek mezin ji xelkê li navend û taxên Hewlêrê, li Kurdistana Iraqê, li dijî bilindbûna nirxê sotemeniyê xwepêşandan kirin.
Bajarên Enqere û Stembolê yên Tirkiyê, li dijî cinayetên Rejîma dagirkerê Qudsê û êrişa Rejîma Siyonîst ser Mizgefta El Eqsayê bûn meydana nerizamendî û xwepêşandanên gel.
Li zêdetirî 20 bajarên Sûdanê îro bi hezaran kes derketin xwepêşandanan û banga rêveberiyeke sivîl kir.
Li Dêrazorê di êrişekê de berpirsekî asayişa herêmê canê xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndar bûn.