Teqîneke xwekujiyê li Pakistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360400-teqîneke_xwekujiyê_li_pakistanê
Li dû teqîneke xwekujiyê li eyaleta Xeyber Pextûnxa ya Pakistanê, herîkêm 15 kes hatin kuştin û zêde ji 50 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2026-09-18T15:06:22+00:00 )
Îlon 18, 2026 12:27 Asia/Tehran
  •  Teqîneke xwekujiyê li Pakistanê

Li dû teqîneke xwekujiyê li eyaleta Xeyber Pextûnxa ya Pakistanê, herîkêm 15 kes hatin kuştin û zêde ji 50 kes jî birîndar bûn.

Ev teqîn nêzî mizgevta binkeya polîsan a bajarê Kohatê û dema nimêja Îniyê qewimî û hejmarek ji hêzên polîs jî di nava birîndaran de ne. Zilfeqar Hemîd, lêpirsê giştî yê polîsê Xeyber Pextûnxayê got: Wesayîtek ku teqemenî tê de bû li deriyê kevin ê binkeya polîsan ket û piştî lêdanê teqiya. Tahir Elî Şah, rêveberê Nexweşxaneya Navendî ya Navçeya Kohatê jî ragihand: Heta niha 15 cenaze û zêdetirî 50 birîndar ji bo vê nexweşxaneyê hatine veguhastin.