Li zêdetirî 20 bajarên Sûdanê xwepêşandan li dar ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i333061-li_zêdetirî_20_bajarên_sûdanê_xwepêşandan_li_dar_ketin
Li zêdetirî 20 bajarên Sûdanê îro bi hezaran kes derketin xwepêşandanan û banga rêveberiyeke sivîl kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 06, 2022 19:16 Asia/Tehran
  • Li zêdetirî 20 bajarên Sûdanê xwepêşandan li dar ketin

Li zêdetirî 20 bajarên Sûdanê îro bi hezaran kes derketin xwepêşandanan û banga rêveberiyeke sivîl kir.

Sûdanî îro li zêdetirî 20 bajarên welat li kolan û cihên giştî kom bûn û banga rêveberiya sivîl kir.

Tevî germahiya zêde (45 pile) jî xwepêşandêr daketin kolanan.

Hikumetê rêyên diçine paytexta welêt girtibûn da ku xwepêşandêr nekarin bigihêjin nêzî qesra serokatiyê ya li navenda Xertûmê. Her wiha hikumetê li hemû saziyên dewletê betlaneya fermî ragihand.

Çavkaniyan ji Sûdanê ragihand ku saziyên ewlehiyê li dijî gelek çalakvanên siyasî û endamên komîteyên berxwedanê hemleyeke mezin a girtinê daye destpêkirin.

Xwepêşandan ji 25'ê Cotmeha 2021'an ve li Sûdanê berdewam dikin.