Di bereberê şehîdbûna Îmam Reza (S) karwanê siwarên hespan ê Herem-Heta-Heremê ji mezargeha Îmamzade Seyid Ebbas Ibni Mûsa Cefer (S) li Bijnûrda navenda Xorasana Bakur ber bi Mezargeha Îmam Reza (S) li bajarê Meşheda navenda Xorasana Rezewî va bi rê ket. Ev karwan pêkhatî ji 35 siwaran û 15 hespan ji şaristanên Bijnûrd, Mane û Similqan û Raz û Cergelanê ye.
Baxşî jenyarên dotarê ne ku ji nifşekî bo nifşê din berhevokek exlaqê, efsane, helbest û wêjeyê ji gel re vedibêjin. Piraniya bexşiyan ji Bakurê Xoresanê û bi taybetî li bajarên Qûçan, Bijnort, Şîrwanê ne
Rêûrisma Aşûraya Îmam Hisên û "Şamê Xerîban" roja Înîyê, 28ê Tîrmehê li guindê Rûyînê yê Şaristana Sferayînê li parêzgeha Xorasana Bakur, bakurê rojhilatê Îranê hat lidarxistin.
Dîmenên cûrbicûr ji jîyana koçerên Kurmanc li Bakurê Xorasanê. Koçerên Kurmanc jiyana xwe ya koçeriyê li zozanên du parêzgehên Xorasana Bakur û Xorasana Rezewî derbas dikin û beşeke wan jî di demsala sar da berê xwe didin Parêzgeha Gulistanê ya bakurê Îranê.
Raporek li ser jiyan û hunera mamosteyê rehmetî, qûşmejenê Kurd ê xorasanî Xan-Mihemed Adînepûr.
Rehmetî Mamoste Xanmihemed Adînepûr Qûşmejenê navdar ê Kurdên Xorasanê roja Duşemiyê, 3ê Tîrmeha 2023an koça dawî kir.
Duyemîn qada hezarsaliya sêyem a têkildarî goristana Serdema Tûncê li derdora Bijnûrdê, bakurê rojhilatê Îranê hat keşfkirin.
Meytê paqij ê şehîdê sînorvan Mihemed-Mehdî Ehmedî sibeha roja Sêşemiyê, 30ê Gulana 2023an bi beşdariya gelê Bijnûrdê, navenda parêzgeha Xorasana Bakur, hat oxirkirin. Mihemed-Mehdî Ehmedî leşkerê wezîfedar ê ji Xorasana Bakur roja Şemiyê di pevçûna digel hêzên bin fermana Talibanê li sînorê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê şehîd bû.
Şaredarê Bijnûrda navenda parêzgeha Xorasana Bakur got: Derfetên sermayeguzariyê yên vî bajarî di nehemîn civîna Desteya Cihanînê yên Civata Şaredarên Asyayî hatin nasandin.
‘Sohrab Mihemedî’ nasyar bi ‘Sohrab Bexşî’ Bexşîyê Kurd û jenyarê dutarê sala 1317an a Koça Hetawî li Şaristana ‘Mane û Semelqanê’ ya parêzgeha Xorasana Bakur ji dayîk bû.