Îlon 27, 2023 10:52 Asia/Tehran
  • Haşim Ferhadî: Ez bi salan e li ser dîrok û hunera Kurdên Xorasanê dixebitim

 Hunermendê Kurd ê ji Xorasana Îranê Haşim Ferhadî klîpa xwe ya bi navê 'Zirav' belav kir.

 

Haşim Ferhadî bixwe stran nivîsandiye, muzîka wê Hemîd Gulşenî û klîpa wê jî Ruhullah Perwîz amade kiriye.

Haşim Ferhadî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew bi salan e li ser dîrok û hunera Kurdan, bi taybetî Kurdên Xorasanê dixebite.

Haşim Ferhadî diyar kir ku strana Ziravê yek ji wan stranên albûma wî ya bi navê Zîlan e.

Ew albûm taybet e bi muzîk û awazên Xorasanê û tê de amûra dutarê hatiye bikaranîn.

Haşim Ferhadî destnîşan kir ku ew niha li ser du albûman dixebite û dê di demeke nêzîk de wan biweşîne.

Bi gotina Haşim Ferhadî ew hewl dide muzîka Kurdî bi cîhanê bide nasîn.

Di berhema Ziravê de Mecîd Mezahîrî li kemançe, Haşim Ferhadî li dutar û Seîd Rehmanî jî li tarê dixe.

Banû Fuxan wek koral û grûpa Çîksayê jî di klîpê de beşdar e.

Dîmenên klîpa berhama Ziravê li derdora bajarê Bijnoyê hatine girtin.

Serepeyv