Kanûn 15, 2021 15:17
Werzîşvanê hêza laşî yê Kurd Mecîd Yehya, li navenda bajarê Hewlêrê, otobusa 15 kes têde ku bi giştî 42 ton bû, bi weris bi xwe ve kişand û birêve çû. Yehya herwiha dibêje ew dixwaze balafirek û 20 otomobîlan jî bikêşîne da ku navê xwe di Pirtûka Rekoran a Guinenessê de tomar bike.