Mersaima despêkirina pêşbirka hevgirtina welatên Îslamî li Qonyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i335772-mersaima_despêkirina_pêşbirka_hevgirtina_welatên_Îslamî_li_qonyayê
Mersaima despêkirina pêşbirka hevgirtina welatên Îslamî şeva Sêşemê bi axaftina serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Qonya yê Tirkiyê hat lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 10, 2022 07:42 Asia/Tehran
  • Mersaima despêkirina pêşbirka hevgirtina welatên Îslamî li Qonyayê

Mersaima despêkirina pêşbirka hevgirtina welatên Îslamî şeva Sêşemê bi axaftina serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Qonya yê Tirkiyê hat lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, 5`emîn Pêşbirkên Hevgirtinê yên welatên Îslamî ji 9 heya 18`ê Tebaxê bi beşdariya zêde ji çar hezar werzişkarên 56 welatên Îslamî di 21 kûrsên werzîşê de bi mazûvaniya bajarê Qonya ya Tirkiyê tê lidarxistin.

Serokomarê Qibrisa Tirk Ersîn Tatar, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Serokwezîrê Filistînê Mihemed Aştiye, Serokwezîrê Cezayîrê Eymen Ebdulrehman û gelek rayedar, wezîrên werzîşê û nûnerên welatên din beşdarî merasima despêkirina Lîstikên Hevgirtinê yên Welatên Îslamê bûn.

Serokê Komîteya Neteweyî ya Olempîka Komara Îslamî ya Îranê "Seyd Rirza Salihî Emîrî" jî li merasima despêkirina Lîstikên Hevgirtinê yên Welatên Îslamê amade bû.