Ji dema îmzekirina peymanê bi Talîban re DYA`yê herî kêm 10 baregehên xwe li Efganistnê girtin. Hemwextî wê yekê berpirsên Efgan û Amerîkî ji xeteriya wê yekê li ser rewşa ewlehiyê li wê derê hişyarî dan û destnîşan kirin ku çarenûsa hêzên Amerîkayê yên mayî li gel nêzîkbûna dema vekişînê, ne zalel e.
Serokê hikumeta Iraqê Mistefa Kazimî piştî ku ji Washingtonê vegeriya, tevî wezîrê hundirîn Osman Xanimî berê xwe da parêzgeha Besrayê. Serdana Kazimî li ser bûyerên ewlehiyê û hedefgirtinê û xwepêşandanên li parêzgehê, pêk hat.
Serokwezîrê Iraqê îro Sêşemiyê beriya nîvro di serê desteyeka bilind da berê xwe da Amerîkayê.
Serokomarê Amerîkayê îdia kir ku heke di hilbijartina bê ya Serokomartiyê bi ser keve, ewê zûka bi Îranê va li hev bike.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper got amadekariyên şerekî bi Çînê re tê kirin. Her wiha Waşîngtonê bang li Pîkenê kir ku Kunsûlxana xwe li Houston bigre.