Bi biryara Dadgeha Moskoyê, Navalny dê li zîndanê bimîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i324270-bi_biryara_dadgeha_moskoyê_navalny_dê_li_zîndanê_bimîne
Dadgeheka Moskoyê itiraza Elêksî Navalnî serokê dijberên dewleta Rûsiyê li dijî hikmê zîndanîbûna xwe red kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 20, 2021 15:17 Asia/Tehran
  • Bi biryara Dadgeha Moskoyê, Navalny dê li zîndanê bimîne

Dadgeheka Moskoyê itiraza Elêksî Navalnî serokê dijberên dewleta Rûsiyê li dijî hikmê zîndanîbûna xwe red kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Hevdem digel zêdebûna kêşeyên navbera Waşîngton û ewropiyan digel Moskoyê li ser girtina Elêksî Navalny kesayetiyê dijberê delweta Rûsiyê, dadgeheka venihêrînê li Moskoyê daxwaza itiraza Navalny li hemberî biryara dadgeha seretayî jibo zindanîkirina sê sal û nîvî ya wî red kir; Lê zindanîkirina wî şeş hefteyan kêm kir.

Bi vî awayî ew divê du sal û heşt mehan li zîndanê bimîne.