-
Şikefta avê ya Elî-Sedrê
Tebax 30, 2024 17:51Şikefta Elî-Sedrê ji şikeftên xwezayî yên herî bêhempa û sipehî li cîhanê ye ku mirov dikare tê da beleman bajo. Ev şikeft li gundê Elî Sedrê ser bi navçeya Gul Tepeyê li Şaristana Kebûder Ahengê ya Parêzgeha Hemedanê ye.
-
Tûrgerîna Wênekişandinê; Navçeya 12an a Tehranê
Tebax 29, 2024 17:28Tûrgerîna Wênekişandinê li Navçeya 12an a Tehranê nasyar bi Dilê Tehranê roja Sêşemiyê bi boneya Roja Cîhanî ya Wênekişandinê bi erdana Xaniyê Debîrulmulkê, Îmareta Kazimî, Bax-Îmareta Keyhanî û Îmareta Gîlana Nû hat lidarxistin.
-
Malbata îranî; Beharmalgeh
Tebax 26, 2024 19:07Sitargehên li zozanên Loristanê ku niştecihên wir jê ra Beharmalgeh yan jî Mala biharê dibêjin ji navçeyên bi keşûhewaya xweş li vê parêzgehê ne. Îbrahîm Talibî jidayîkbûyîyê sala 1351ê ya Koça Hetawî li gundê Bestamê yê Şaristana Elişterê ye. Ew zewicîye û bavê pênc zarokan e û şêwaza jiyana koçeriyê li vê parêzgehê girtiye ber xwe.
-
Di dilê şevê da ...
Tebax 23, 2024 21:20Dema ku çirayên bajêr tên temirandin, asimanê şevê vedigiguhere dîmeneke bêhempa. Stêrk weke almasan di tarîtiya şevê da diçirûskin û çavê her bînerekî dihingivînin xwe.
-
Ziyaretkerên îranî li Herêma Kurdistanê
Tebax 22, 2024 17:46Ziyaretkerên Erbeînê ku bi rêya Derbasgeha Hecî Omeranê derbasî Herêma Kurdistana Iraqê dibin li Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê bêhna xwe vedidin û ji wir ber bi Kerbelayê va diçin.
-
Meşa Erbeînê; Rêgeha Dîwaniye ber bi Kûfeyê va
Tebax 21, 2024 19:23Bi miliyon kes ji şîe û hogirên Îmam Hisên (S) weke her sal ji seranserî cîhanê ji bo beşdariya di merasima Erbeînê da xwe digihînin Kerbelayê. Hogirên Îmam Hisên (S) ji bajarên wekî Besrayê li başûrê Iraqê piştî 20 rojan peyaçûnê digihêjin bajkarê Dîwaniyeyê. Hejmareke berbiçav a ziyaretkeran rêyên kurtebirr û gundî ji bo meşa xwe ya ber bi Kerbelayê digirin ber xwe.
-
Hilberîna tirozîyan li zeviyên Şaristana Karûnê
Tebax 20, 2024 16:14Tirozî ku wek Xiyarê Çember jî tê naskirin berhemeke xwecihî ye ku bi giştî ji aliyê cotyarên Parêzfgeha Xûzistanê va dawiya meha Gulanê tê şandin û di dawiya Tebaxê da tê berhevkirin. Şaristana Karûnê wek cemsereke sereke ya berhemanîna xurmeyê li Parêzgeha Xûzistanê tê naskirin û xwediyên nexlistanan her sal li nav baxên xwe tirozî diçînin.
-
Meşa Erbeînê - Rêya Terîq El Olemayê
Tebax 18, 2024 17:27Bi miliyon kes ji şîe û hogirên Îmam Hisên (S) weke her sal ji seranserî cîhanê ji bo beşdariya di merasima Erbeînê da xwe digihînin Kerbelayê. Terîq El Olema ku ji nav nexlistanên Çemê Firatê derbas dibe, di dema qedexetiya ziyareta Kerbelayê da ji aliyê aliman va hatiye bijartin.
-
Çemê Keşkanê yê Loristanê
Tebax 15, 2024 16:45Kewşena berhevbûna ava Çemê Keşkanê bi rûbera 977/66 Kîlomitrên Çarkunc li başûrê rojhilatê Îranê ye. Ev kewşen beşeke giring a serçaviyên pirrav ên Çemê Kerxeyê pêk tîne û derdora yek ji sêyê axa Parêzgeha Loristanê digire ber xwe.
-
Malbata Îranî; Malbata Sence-Wenlî
Tebax 14, 2024 19:10"Resûl Sence-Wenlî" jidayîkbûyîyê malbateke qelebalix li gundekî çiyayî yê Şaristana Mînûdeştê ya Parêzgeha Gulistanê ye. Bav û dayîka Resûl cotkr in; ew digel pênc zarokên xwe li rex cotkariyê, bi çend serî pez, ajeldariyeke biçûk jî bi rê va dibin.