-
Barîna meteorîtî ya Persaweşî
Tebax 13, 2024 17:48Her sal di dawiya meha Mordadê ya Koça Hetawî da diyardeya Barîna Meteorîtî ya Persaweşî (Perseid meteor shower) ku lûtkeya çalakiya wê ji 20 heta 23ê vê mehê (hema bêje 12 û 13ê Tebaxê) ye, diqewime. Di lûtkeya vê barînê da ji 100 heta 120 meteorît di saetê da li asimên xuya dibin. Ev diyarde encama derbasbûna pirtikên bicihmayî ji girseya fezayî ya bidûvik a bi navê "Swift–Tuttle" e ku navenda vê barînê Komstêra Persaweşê (Perseus) ye.
-
Geştyarî li Xorasana Rezewî
Tebax 11, 2024 17:54Parêzgeha Xorasana Rezewî ku bajarê Meşhedê navenda wê ye li bakurê rojhilatê Îranê bi cih bûye. Rûbera vê parêzgehê 118854 Kîlomitrên Çargûşe ye û ji vê hêlê va di rêza 5an a welêt da ye.
-
Guleşta Luço li Mazinderanê
Tebax 08, 2024 19:00Luçû peyveke hevdudanî ya pêkhatî ji Lu yanî rex an jî lêvik û Ço bi wateya darik e. Di vê guleştê da darikek bi bilindahiya 3 mitran li meydana pêşbirkê tê danîn û xelata qaremaniyê lê tê daleqandin. Pêşbirkên Guleşta Luçoyê havîna her sal di meha Mordadê li şaristana Babolê ya Parêzgeha Mazinderanê ya bakurê Îranê tên lidarxistin. Di pêşbirkên mezin û fermî da pez û golik wek xelat tên pêşkêşkirin.
-
Şûş Qûm; Beyara Azerbaycanê
Tebax 06, 2024 19:57'Şûş Qûm' beyareke resen û destlêneketî bi rûbera zêdetirî şeş hektaran e ku 80 kîlomitrî dûrî bakurê rojhilatê Tewrêzê û li ser rêya Herîs-Eherê cih girtiye. Ev dever beyareke nenas li nav deverên çiyayî û xweş li Parêzgeha Azerbaycana Rojhilat e ku bi derbasbûna demê û ji ber ba û bagerên tund pêk hatiye.
-
Bahoza Xîzê li Zabolê
Tebax 03, 2024 18:57Bayekî tund heta leza herî pirr 115 Kîlomitr/saet roja Îniyê 2ê Tebaxa 2024an navçeya Zabolê li Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê da ber xwe.
-
Olempîka 2024an a Parîsê; Pêşbirkên Bezê
Tebax 02, 2024 17:05Ferzane Fesîhî bezvana lezê ya Îranê pêşbirka xwe i Olempîka 2024an a Parîsê roja Îniyê, 2ê Tebaxa 2024an, dest pê kir. Ew li koma 5an a Qonaxa Seretayî ya Beza 100 Mitr da bezî û di rêza 7an da cih girt. Fesîhiyê rekora 11.51 Çirke tomar kir û di nava 9 bezvanên koma xwe da kete rêza 7an û bi vî awayî negihîşte nîvfînalê.
-
Meytên Şehîdên Qudsê li Tehranê hatin oxirkirin
Tebax 01, 2024 15:40Meytên Şehîd 'Îsmaîl Henîye' Serokê Polîteborûya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) û Wesîm Ebû Şe'ban parêzvanê wî sibeha Pêncşemiyê, 1ê Tebaxa 2024an, piştî xwendina nimêjê ji aliyê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî va li Zanîngeha Tehranê hatin oxirkirin.
-
Merasima Tenfîza Hikmê Dora 14an a Serokatiya Komara Îslamî ya Îranê
Tîrmeh 28, 2024 19:35Merasima Tenfîza Hikmê Dora 14an a Serokatiya Komara Îslamî ya Îranê (Rêpêdana bo destpêkirina erkê Serrokkomarê Bijartî) sibea Yekşemiyê, 28ê Tîrmeha 2024an, bi amadebûna Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) hat lidarxistin.
-
Qiraxa Çemê Arazê li Parêzgeha Azerbaycana Rojhilat
Tîrmeh 24, 2024 18:10Li gorî ISNA'yê, Çemê Arazê anku Çemê Eresê ji çemên herî giring ên Îranê û heta cîhanê ji hêla mewqiya siyasî-coxrafyayî ye. Ev çem ji Herêma Anatoliyê ya Tirkiyê bi bilindahiyên zêdetirî 3152 Mitrî ya Çiyayê Mîngulê serçavî digire. Ev çem di destpêka rêgeha xwe da wek sinorê Tirkiye û Ermenistanê û piştî wê sinorê navbera Îranê û welatên Azerbaycan, Ermenistan û piştra Nexcewan û Tirkiyê bi derbaskirina 1072 Kîlomitran digihêje Çemê Kurayê û
-
Hin wêneyên paş kameraya Wêstgehê
Tîrmeh 24, 2024 18:10Bernameya Wêstgehê bi pêşkêşkariya Arezû Weysî-Nijad, Perîsa Nasih, Şilêr Emrah-nijad. Kerîm Ekberzade û Azad Îbrahîmî di du beşên Kurmancî û Soranî da tê pêşkêşkirin.