Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên bihorî yên Koronayê belav kir û dibêje, 912 kesên din bi vîrusa COVID-19 ketine û 20 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 513 hezar û 219 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 414 hezar û 831 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 38 milyon û 364 hezarî derbas bû.
Li Tirkiyê ji ber şewba COVID-19'ê 62 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 632 kesên din jî pê ketine.
Şanoya Bajêr a Amedê di serdema nû de bi lîstîka Dario Fo ya bi navê "Elîzabeth" dika xwe vedike. Şanoger got ew bi lîstikek nû deriyên xwe ji temaşevanan re vedikin û xwest temaşevan biçin li lîstika wan temaşe bikin.
Li Rûsyayê di 24 saetên borî de 13 hezar û 868 kesên din bi vîrusa korona ketin. Herwaha 244 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Berpirsê ragehandina perestgeha Laleşê diyar kir, îro 13.10.2020ê careke din li gor rênmayiyên hikûmeta herêma Kurdistanê yên ji bo xweparastina ji vîrusa korona deriyê perestgeha Laleşê hate vekirin.
Wezareta Tendirustî Herêma Kurdistanê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de aşkere kir 22 kesên din bi Koronayê mirine û 900 kes jî bi Koronayê ketine.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro sêşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 4 hezar û 100 kesî bi Koronayê ketine û 254 nexweşên koronayî jî can dan.