Îro deriyê perestgeha Laleşê bo ziyaretkaran hat vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i320388-Îro_deriyê_perestgeha_laleşê_bo_ziyaretkaran_hat_vekirin
Berpirsê ragehandina perestgeha Laleşê diyar kir, îro 13.10.2020ê careke din li gor rênmayiyên hikûmeta herêma Kurdistanê yên ji bo xweparastina ji vîrusa korona deriyê perestgeha Laleşê hate vekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 13, 2020 20:08 Asia/Tehran
  • Îro deriyê perestgeha Laleşê bo ziyaretkaran hat vekirin

Berpirsê ragehandina perestgeha Laleşê diyar kir, îro 13.10.2020ê careke din li gor rênmayiyên hikûmeta herêma Kurdistanê yên ji bo xweparastina ji vîrusa korona deriyê perestgeha Laleşê hate vekirin.

Berpirsê ragehandina perestgeha Laleşê Luqman Silêman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî bo 7 rojan deriyê perestgeha Laleşê ji ziyaretkaran re hate daxistin, îro careke din deriyê perestgeha Laleşê hat vekirin bo ziyaretkaran. Tenê îro 300 zîyaretkaran serdan û qesda perestgeha Laleşê kirin.’’

Herwaha got, naha deriyê perestgeha Laleş li gor rênmayiyên hikûmeta herêma Kurdistanê bo xwe parastina ji vîrusa korona careke din tê vekirin û em hêvîdarin xelk dema qesda Laleşê dikin rênmayiyên xwe parastinê bicîh bînin.’’