Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li ser pêwîstiya dayîna biryarên vebirr û hakimiyetî, qanikirina raya giştî û hevkariya hemî saziyan û yek bi yekê gel jibo têkoşîna dijî rewşa diltezîn a vîrûsa cîhanî ya Koronayê pêgirî kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê berçavgirtina mijarên Mafên Mirovan wek dirûşme da zanîn û got: Îran di warê têkoşîna dijî Koronayê da pişta xwe dide hêzên navxweyî.
Di 24 saetên dawîn da 115 hezar û 979 testên Kovîd-19ê hatin kirin, jimara nexweşên giran bû 1648, di 24 saetên dawîn da tedawiya 1493 kesên din hat temamkirin û jimara başbûyiyan derket 311 hezar û 520î.
Hat ragihandin ku testa Kovîd-19 a Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû pozîtîf derketiye û rewşa wî baş e.
Civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê ya Îranê bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) hat lidarxistin.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê ragihand ku di nava 24 saetan de, li Tirkiyê 74 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.
Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî hezar kesên din jî pê ketin.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro çarşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 6 hezar kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 335 kesan.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku kesekî din li Bakur û Rojhilata Sûriyê bi koronayê miriye.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 550 hezar û 757 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 442 hezar û 674 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.