Li Tirkiyê 74 kesên din bi Koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320706-li_tirkiyê_74_kesên_din_bi_koronayê_mirin
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê ragihand ku di nava 24 saetan de, li Tirkiyê 74 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 23, 2020 20:05 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 74 kesên din bi Koronayê mirin

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê ragihand ku di nava 24 saetan de, li Tirkiyê 74 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li gorî amarên dawiyê yên ku Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca belav kirine, li Tirkiyê di rojekê de 2,165 kesên din bi Koronayê ketine û 74 kesan canê xwe jidest dane.

Herwiha li gor amarên hatine belavkirin di nava 24 saetan 1,493 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.

Li gel dawîn amaran heta niha li Tirkiyê 357,693 kes bi Coronayê ketine û ji wê hejmarê jî 9,658 kesan canê xwe ji dest dane û 311,520 kes jî baş bûne.