Şaredarê Stenbolê Îmamoglû bi koronayê ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320723-Şaredarê_stenbolê_Îmamoglû_bi_koronayê_ket
Hat ragihandin ku testa Kovîd-19 a Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû pozîtîf derketiye û rewşa wî baş e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 24, 2020 09:47 Asia/Tehran
  •  Şaredarê Stenbolê Îmamoglû bi koronayê ket

Hat ragihandin ku testa Kovîd-19 a Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû pozîtîf derketiye û rewşa wî baş e.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Berdevkê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Mûrat Ongun li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku testa Kovîd-19'a Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû pozîtîf derketiye û got: “Serokê me li nexweşxaneyê tê tedawîkirin û rewşa tenduristiya wî baş e.”